Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê bi rêya çespandina doza xwe ya rewa di xebat û têkoşîna xwe de berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di 54emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê de tekezî li ser “Peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê” dike û dibêje: “Gelê Kurdistanê bi rêya çespandina doza xwe ya rewa, di bxebat û têkoşîna xwe de berdewam dibe.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 54 saliya peymana 11ê Adara 1970ê, îro peyamek belav kir û tê de ragihand: “Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Eylûlê ya bi serpereştiya nemir Barzanî û têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge û hemû pêkhateyên Kurdistanê li hember zulma desthilatdarên Iraqê bû.”

Herwiha diyar kir: “Ev berhema tekoşîna xurt bû ku ji bo vegerandina maf, dabînkirina demokrasî, hevkarî û pêkvejiyana hevbeş dest pê kir û hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku hindek mafên gelê me nas bike.”

Serok Barzanî tekez dike: “Di 54emîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de em tekezî li ser peyama aştîxwazane, pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin. Em dubare dikin ku gelê Kurdistnê ji bo bidestxistina mafên xwe gelek qurbanî dane û bi çespandina doza xwe ya rewa di xebat û têkoşîna xwe de berdewam dibe.”