Li Cindirêsa Efrînê ciwanekî Kurd hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve, Erebekî hawerde bi kêran ciwanekî Kurd ê 16 salî kuşt û avête bîreke avê.

Jêderekî ji bajarokê Cindirêsê ji K24ê re got: “Îşev 13ê Adarê termê ciwanê 16 salî Ehmed Xalid Mamo ji bîrekê li ser rêya Cindirêsê – Gundê Til Silorê hate derxistin ku bi kêran hatibû kuştin.

Hat zanîn jî, “Kesê bi navê Yamin Ehmed Îbrahîm (18 salî) ku ji navçeya Sincar a Idlibê ye û pêştir li firneya bavê ciwanê kuştî kar dikir, xwe radestî Polîsa Leşkerî kir û li xwe mikur hat ku wî bi kêran Ehmed Xalid Mamo kuştiye û û piştre avêtiye bîrê.”

Li gorî wî jêderî jî, “Tawanbara Yamin Ehmed Îbrahîm pêştir li firneya bavê yê kuştî, Xalid Mamo kar dikir û berî hefteyekê dest ji kar berdaye, lê îro wek tolhildanekê kurê wî kuştiye.”

Vê tawanê karvedan û şermezariyeke tund li tora civakî li pişt xwe aniye û çalakvanên Kurd ên herêma Efrînê banga xwepêşandeke sibe li bajarê Efrînê dikin.

Ev tawana îro piştî wê tê, sala borî li bajarokê Cindirêsê grûpeke ser bi koma Ceyş El-Şerqiyê ve di şeva Newrozê de bi çekan êrîşî malbata Pêşmerg kir 4 kes şehîd kirin.