Xwecihiya Efrînê ya ENKSê tawana kuştina ciwanekî Kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya ENKSê kuştina ciwanê Kurd ê 16 salî li bajarokê Cindirêsê bi tundî şermezar kir û bang li Îtîlaf û hikûmet demkî ya opozîsyonê dike ku hemû binpêkirinan li Efrînê bidawî bike û tawanbaran bigihîne cezayên wan yên dadperwerane.

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro 14ê Adara 2024an de di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi nêzîkbûna salvegera yekem a komkujiya hovane ya derheqê malbata Pêşmerg li Cindirêsê de, ku komeke çekdar di êvara Newroza 2023an de gule li xortên ku agirê Newrozê pêxistibûn reşandin û 4 xort ji wê malbatê şehîd kirin, tawaneke din a hovane li wî bajarokî hate kirin ku ciwanekî Kurd ê 16 salî li ser destê erebekî hawerde hate kuştin.”

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê amaje bi wê tawanê kir û da zanîn: “Roja 13ê Adarê erebê hawerde yê ji gundewarê Idlibê (Yamin Ehmed Îbrahîm) bi kêran ciwanekî Kurd ê 16 salî Ehmed Xalid Mamo kuşt û termê wî hate avêtin bîreke avê ya li ser rêya Til Silorê.”

Diyar kir jî, piştî tawanê, tawanbar xwe radestî Polîsa Leşkerî kir û termê ciwanê Kurd Ehmed Xalid Mamo şeva borî ji bîrê hate derxistin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê ev tawan bi tundî şermezar kir û bang li Em ji Hevbendiya Niştimanî (Îtîlaf) û Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyeyê kir ku bi rola xwe ya niştimanî di kontrolkirina aramî û ewlehiyê de, bidawîkirina hemû binpêkirinan, û sepandin û avakirina dadwerîyeke dadmend û bêalî ji bo cezakirina tawanbaran, pêk bîne.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku rola xwe ya siyasî, hiqûqî û exlaqî li hember van neheqî, zilm û binpêkirinên rabin. Herwiha bang li ​​Tirkiyeyê jî kir ku weke desthilata rasteqîne li herêmê li hember hemû binpêkirin û neheqiyên rû didin berpirsyariya xwe hilgire û helwesteke yekalîker li hember hemû binpêkirin û neheqiyên ku rû didin rabe, ta ku aramî û ewlehî li herêmê bicih bibe.