Di Salvegera Komkujiya Helepçeyê de Konferansa Aştiyê li Diyarbekirê tê li darxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve li Diyarbekirê di 36. Salvegera Komkujiya Helepçeyê de, Konferansa Aştiyê tê li darxistin ku Siyasetmedar Leyla Zana, Parlementerê Ak Partî Galîp Ensarîoglû, Parlementerê CHP Sezgîn Tanrikulu, Parlementerê DemPartî Cengîz Çandar û Akademîsyena Zankoya Hewlêrê Arzû Yilmaz tê de beşdar in.

Di 16 û 17ê Adarê de ku rastî 36. Salvegera Komkujiya Helepçe tê, Diyarbekir mazuvaniya lutkeyeke girîng dike. Hat ragihandin ku di 16 û 17ê Adarê de ji aliyê Komeleya mafên mirovan ve bi beşdariya siyasetmedar, rojanmevan, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, nunerên saziyên sivîl Konferansa Aştiyê tê li darxistin.

Di çarçoveya konferansê de di 16ê Adarê de civînek bi navê “Çareseriyên Pevçûnan ên Cîhanê û Ezmûnên Pêvajoyên Çareseriyê” tê li darxistin û Moderator ji SAMERê Yuksel Genç e û  beşdar jî Parlementerê Sînn Feîn’ê Franncîe Molloy, Serokê Yekîtiya Rêxistin û Civakên Filistînî ên Ewropayê George Rashmawî, Ji Komeleya Demokrasî, Aştî û Lêkolînên Polîtîkayên Şungir Ferda Fahrîoglû ye.

Di heman rojê de civînek din a bi navê “Di Rojhilatanavîn de Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd a Demokratîk” tê li darxistin û bi moderatoriya endamê Komeleya Mafên Mirovan Selahattîn Esmer û bi axaftinên Akademîsyena Zankoya Hewlêrê Arzû Yilmaz û Parlementerê DemPartî yê Diyarbekir Cengîz Çandar bi rê ve diçe.

Civînek din jî bi navê “Gelo Pêvajoyek Nû Ya Çareseriyê Pêkan e” tê li darxistin û moderatorê civînê Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz e û axaftvan jî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Rojnamevan Alî Bayramoglû ye.

Di 17ê Adarê de jî civînek bi navê “Di Avakirina Aştiyê de Rola Civaka Sivîl” bi rê ve diçe û bi Moderatoriya Rojnamevan Nadîre Mater û bi axaftinên Serokê Navenda Bîr Murat Çelîkkan û Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses tê li darxistin.

Civînek jî bi navê “Avakirina Aştiyê de Rola Jinan” tê li darxistin

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn vê civînê de moderator e û axaftvan jî Ji Însiyattîfa Maf Fatma Tuba Unsal û ji Akademîya Jinê Fîgan Aras e.

Civîna dawî de parlementerên Ak Partî, DemPartî û CHPê tên cem hev

Navê vê civînê “Erkê Siyasetê û Aştî” ye û axaftvan jî Berdevka DemPartî û Parlementera Şirnexê Ayşegul Dogan, Parlementerê Ak Partî yê Diyarbekir Galîp Ensarîoglu, Parlementerê CHP yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu ye.