Diyarbekir.. di operasiyona li dijî madeyên hişbir de çek jî hatin girtin

Diyarbekir.. di operasiyona li dijî madeyên hişbir de çek jî hatin girtin
Diyarbekir.. di operasiyona li dijî madeyên hişbir de çek jî hatin girtin

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, di encama operasiyona li dijî madeyên hişbir de, li gel madeyên hişbir çek jî hatin girtin.

Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn, di encama operasiyona li dijî madeyên hilbir de li bejahiya Licê, di 11 sitargehan û 2 kogehan de guleyeke topê, 9 guleyên hawinan, 12 hezar gule, şarjorek keleşe, amûreke Qanasê, 58 kîlo kubar esrar, 81 kîlo esrara toz, 22 tup, 76 kîsên xewê, 2 aku, 3 cil û berg, 1 kon, 1 sobeya komirê, 3 pêlav û gelek amurên din ên pêdiviyên jiyana rojane hatine girtin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekir de tê gotin, armanca operasiyonê ew e ku têkiliya di navbera rêxistina neyasayî û bazirganên madeyên hişbir de were nîşandan û were selimandin.