Li Diyarbekirê şehîdên Helebceyê bi bernameyekê hatin bîranîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê jî ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinan ve di salvegera Komkujya Helepceyê de bernameyên bîranînê hatin li darxistin û bang hate kirin ji bo ku êdî karesatên wisa neyên serê kurdan divê kurd di mijarên neteweyî de yekdeng bin.

Li ser banga Parlementoya Kurdistanê, li Diyarbekirê 36. Salvegera Komkujiya Helepçe de demjimêr 11.00ê  bo şehîdên Helepceyê 1 xulek rawestana rêzgirtinê hat kirin û paşê jî li Partiya Welatparêzên Kurdistan bo bîranînê daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn û bang hate kirin ku divê kurd helepceyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Bernameyek biranînê jî li Partiya Maf û Azadiyan hat li darxistin ku di daxuyaniya hevpar a Hak Par, Hereketa Azadî û Partiya Demokrata Kurd de bal hate kêşan ku Helepce yek ji rûpelên reş e bo kurdan û divê kurd bo dubarenebûna karesatên wisa bibin yekdeng.

Sekreterê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji K24ê re got: “Komkujiya Helepceyê di dîroka Kurdistanê de rûpeleke reş e û divê Kurd ti carî êşên wisa ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Helepce birînek wisa ye ku hîn jî zindî ye û divê zindî jî bimîne.”

Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê jî li Diyarbekirê bi beşdariya nivîskar Ahmed Kanî semînerek bo bîranîna Komkujiya Helepce li darxist. Di semînerê de behsa pêvajoya ber bi komkujiya Helepceyê ve hat kirin û bal hate kêşan ku her çiqas li Iraqê desthilata dema komkujiya Helepçeyê têk çûbe û guherîbe jî hîn jî tê dîtin ku li Bexda hişmendiyek ku mafên kurdan binpê dike heye û bang li civaka navdewletî jî hat kirin ku komkujiya Helepceyê wek Jenosîd bê nasîn.

Nivîskar Ahmed Kanî got: “Divê pêşeng, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurdan ji bo ku Komkujiya Helepceyê di qada navneteweyî de wek jenosîd were nasîn her hewildanekê bidin.”

Di bernameyên Bakurê Kurdistanê de bang hate kirin ku bo dubarenebuna helepceyên din divê kurd xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin û bi teybetî jî li dora Herêma Kuridstanê bibin yekdeng.