Li Wanê 88 kîlo zêrê qaçax hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ve hat ragihandin, li Wanê di nava wesaîtekê de lêgerîn hatiye kirin û di encamê de 88 kîlo zêrê qaçax hatiye girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hejmara xwe ya “X” ragihand, bi hevahengiya Serdozgeriya Komarî Ya Wanê û Gerînendehiya Ewlekariyê li navçeya Artemêtê wesaîtek hatiye rawestandin û di encama lêgerînê de di wesaîtê de 88 kîlo zêrê qaçax hatiye girtin.

Bihayê zêrê hatî girtin nêzîkî 215 mîlyon lîreyê tirkî ye. 

Hat zanîn zanîn ku di encama operasyonê de 1 kes hatiye binçavkirin.

Di 28ê Sibatê de jî li Gevera Colemêrgê 221 kîlo zêrê qaçax hatibû girtin û bihayê wê jî 450 milyon lîre bû û her wiha li Şirnexê jî 1 kîlo zêrê qaçax hatibû girtin.

Li Bakurê Kurdistanê di nava 20 rojan de 310 kîlo zêrê qaçax ji aliyê hêzên ewlekairyê ve hatiye girtin ku bihayê wê nêzîkî 670 milyon lîreyê tirkî ye.