Vahap Coşkun: Bo pêvajoyê hêvî û daxwaz heye, lê gavek şênber nîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Egera pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd dîsa di rojevê de ye ku şîrovekarên siyasî balê dikêşin ku hemû aliyên siyasî yên Kurd daxwaza pêvajoyek nû dikin û bo dewleta Tirkiyeyê jî pêvajoyek nû bo aramî û aboriyê wek pêdiviyekê ye, lê heta niha her çiqas hêvî xurt bibin ku piştî hilbijartinan pêvajoyek nû dest pê bike hîn jî gavek şênber nehatiye avêtin.

Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd peyamên Newroza 2024ê ya Diyarbekirê tê mereqkirin ku Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di Newrozê de hatibû xwendin. Ji ber ku Leyla Zana jî beşdar e çavdêrên siyasî û aktorên pêvajoya berê dibêjin ev yek hêviyan bo pêvajoyek nû xurt dike û her wiha amaje dikin ew hêvî dikin peyamên Murat Karayilan ku gotibû ewê mizginiyekê bidin rê li ber pêvajoyeke nû bide vekirin. Aktorên pêvajoya berê balê dikeşin dibe ku piştî hilbijartinan rewşeke nû ya siyasî derbikeve holê.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Rojhilatê Başûr Şahîsmaîl Bedîrhanoglû ji K24ê re got: “Pêvajoya çareseriyê gelek hêja bû, piştî ji dest derket qedrê wê hat zanîn. Niha hemû aliyên Kurd daxwaza pêvajoyek nû dikin û dewlet jî bo aboriyê û aramiyê pêvajoyek nû wek pêdivî dibîne. Ez bawer im dê Newrozê de peyamên erênî bên dayîn ku beşdariya Leyla xanim hêviyan xurt dike û piştî hilbijartinan jî dê hevsengiyek nû ya siyasî dest pê bike.”

Her çiqas derbarê pêvajoyeke nû de daxuyaniyên erênî tên dayîn jî şîrovekar balê dikêşin ku bo pêvajoyeke nû gavek şênber nehatiye avêtin û ji ber ku di raya giştî de hêviyek mezin heye ev hêvî mijara pêvajoyek nû di rojevê de bêhtir dide cihgirtin û her tişt dê piştî hilbijartinê aşkere bibe.

Akademîsyenê Zankoya Dîcleyê û şîrovekarê siyasî Wahap Coşkun dibêje: “Gava em li daxuyaniyên Silheddîn Demîrtaş, Ahmed Turk, Leyla Zana dinihêrin daxuyaniyên erênî ne bo pêvajoyek nû lê ev daxuyanî hêvî ne, di rastiyê de gavek şênber xuya nake. Ev yek dê piştî hilbijartinê diyar bibe. Piştî hilbijartinan 4 salan hilbijartinek nû nîne û Erdogan dê dewletê birêve bibe û aliyên kurd jî dizanin ku her tişt deste Erdogan de ye, ji ber wê dibêjin muxattap Erdogan e.”

Şîrovekarên siyasî dibêjin nava PKK, dewlet, desthilat û siyasetmedarên kurd de yên daxwaza pêvajoyek nu dikin hene lê nediyar e çiqasî bibandor in û eger ew alî bibandor bin pêkan e piştî hilbijartinan pêvajoyek nû dest pê bike.