Colemêrg.. ji ber befrê û sermayê piroseya xwandinê hat rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ragehand ku, ji ber wê pêla befr û baranan a ku sinorê wê parêzgehê vegirtiye, biryar hatiye dan ku îro (Sêşem, 19.03.2024) li tevaya navendên xwandinê bibe bêhnvedan.

Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ragehandinek belav kiriye ku tê de hatiye, ji şevêdî ve pêleka dijwar a befr û baran seranserî wê parêzgehê vegirtiye, lewma ji ber metirsiya radûna lehiyan û pengiyana avê, biryar hat dan ku îro li tevaya qonaxên xwandinê bibe bêhnvedan.

Her li dû wê ragehandinê, biryara ragehandina bêhnvedanê karmendên xwediyên pêdivîtiyên taybet û herwesa jinên ducan jî vedigire.

Ji roja Duşemê ve pêleke serma û befr û baranan Bakurê Kurdistanê û Tirkiye vegirtine. Li dû pêşbîniyên Birêveberiya Giştî ya Seqanasiyê ya Tirkiyeyê, barîna befrê li Colemêrg, Wan û Şirnexê berdewam dibe.

Birêveberiya Giştî ya Seqanasiyê ya Tirkiyeyê duhî jî belav kiribû ku, pêleke baranê dê çend deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vebigire. Di nav wan de, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ji ber bandora sermayê xistine nav lîsta zer a seqanasiyê.