Mehmet Kaya: Bila pergala vîzeyê di navbera Tirkiye û Iraqê de were rakirin

Diyarbekir (K24) – Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê daxwaz dike ku di navbera Tirkiye û Iraqê de pergala vîzeyê were rakirin.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir daxwaz ji Tirkiyeyê dike vîzeyê ji welatiyên Iraqê nexwaze ku di sala 2023an de nava welatên Tirkiye hinarde li gel wan kriiye de Iraq buye sêyem ku ev yek jî bi xêra Herêma Kurdistanê çêbuye ku 12 milyar 789 milyon dolar hinarde bo Iraqê hatşye kirin.

Serokê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir Mehmet Kaya dide zanîn ku di sala 2023an de Diyarbekirê %49ê hinardeya xwe bi Iraqê re û bi pirranî jî bi Herêma Kurdistanê re kiriye.

Kaya, balê dikêşe ku di sala 2022an de ji 2 milyonî zêdetir nexweş ji Iraqê hatine û heftane jî 4 hezar barhilbigr diçin Iraqê û di pergala vîzeyê de jî 180 dolar tê xwestin ku ji Surî û Îranê vîze nayê xwestin û ji Urdun, Erebîstana Siudî, Kuveyt û Çînê jî 30 dolar tê standin û ji bo ku geştên asîmanî yên rasterast bi awayeke bibandor dest pê bikin û bidomin divê an dawî li pergala vîze were anîn an jî were erzankirin.