Ji ber lehiyê pira deriyê Sêmalka/Pêşabûrê ji kar derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barana bihêz û rabûna asta çemê Dîcleyê, pira deriyê Sêmalka/Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji kar derket.

Ji duhî ve pêleke barana bihêz bi ser Herêma Kurdistanê de girtiye û bandora zêde li ser parêzgeha Dihokê bûye ku ji ber baranê lehî rabûne û asta çemê Dice û Xabûrê bilind bûne.

Ji ber barana bihêz, asta çemê çemê Dîcleyê rabûye û pira deriyê sînorî yê Sêmalka/Pêşabûrê herifandî û ji kar derket.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka belav kir, heta ku asta çemê Dîcleyê dakeve û ziyanan çak bikin, dê deriyê sînorî li pêş tevgera bazirganî û çûnûhatina rêwiyan girtî bimîne.