Emcamnameya Konferansa Çareseriya Pirsa Kurd hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Mafên Mirovan bi civîneke çapemeniyê encamnameya Konferansa Aştiyê ya 16-17ê Adarê li Diyarbekirê hatibû li darxistin ragihand. Di encamnameyê de banga çareseriya pirsa kurd derket pêş.

Komeleya Mafên Mirovan li Diyarbekirê 16-17ê Adarê de bi beşariya siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û mafnasan konferansek bi navê Konferansa Çaresaeriya Pirsa Kurd û Aştî lidar xist.

Li Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekir jî bi beşdariya Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban û Serokê Şaxa Diyarbekir Ercan encamnameya konferansê hat ragihandin.

Di encamnameyê de bang hat kirin ku bo çareseriya pirsa kurd bila zemîna diyalogê were avakirin, azadiya raderbirînê were cîbicîkirin, Abdullah Ocalan beşdarî pêvajoyê bibe û tecrîta li dijî wî were rakirin, hemû astengiyên pêşiya zimanê kurdî werin rakirin û girîngiya zimanê kurdî were dîtin, ji ezmunên cîhanê sud were wergirtin, Destureke li ser bingeha mafên mirovan a piralî were amadekirin.