Civata Nûnerên Îraqê danûstandinan li ser hejmareke pirojeqanûnan dike

Rûniştineke Civata Nûnerên Îraqê / Erşîf
Rûniştineke Civata Nûnerên Îraqê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Civata Nûnerên Îraqê dicive û danûstandinan li ser hejmareke pirojeqanûnan dike.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê di ragehandinekê de belav kiriye, îro (Duşem, 25.03.2024) Civata Nûnerên Îraqê dicive û danûstandinan li ser hejmareke pirojeqanûnan dike û dengî li ser wan dide.

Di wê ragehandinê de hatiye ku giringtirîn tewerê civîna îro ya Civata Nûnerên Îraqê lidûçûna hejmareke skalayan li ser qanûnîbûn an jî nebûna hejmareke endamperlemanan e.

Yek ji tewerên din ên Civata Nûnerên Îraqê xwandina yekê ye ji bo pirojeqanûna qerebûkirina zirardîtiyên destê Rijêma Beis.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, biryar e ew civîn îro seet 01:00ê piştî nîvroyê bê destpêkirin.