Parêzgerê Dihokê: Serok Barzanî 18 barhilgirên alîkariyên mirovî pêşkêşî zirardîtiyên lehiyê dike

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “18 barhilgirên alîkariyên mirovî ji aliyê Serok Barzanî ve pêşkêşî zirardîtiyên lehiya heftiya borî ya Dihokê tên kirin”. Herwesa dibêje, “Piroseya qerebûkirina zirardîtiyên wê lehiyê berdewam e”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 25.03.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Piroseya pakijkirina mizgeft, dibistan û xaniyên Nizarkê û Berojkê û taxên li ser lêvên rûbarê Hişkeroyî berdewam e û gehiştiye qonaxa dawiyê. Armanca me ew e ku di zûtirîn dem de ew malbatên ji ber lehiyê malên xwe hêlane vebigerin nav malên xwe”.

Parêzgerê Dihokê di derheqa lehiya heftiya borî ya bajarê Dihokê de amaje da, “Di dema 30 seetan de nêzî 352 milîmetrên baranê li Dihokê barîn. Ez dikarim bibêjim ku barana salekê di dema du roj û şevekê de bi ser Dihokê de barî. Di dîrokê de, hind baran di demeke wesa kurt de li vê deverê nebariye”.

Elî Teter eşkere jî kir, “Zirareke zêde gehiştiye pir, cade û avrêjên wan taxên bajarê Dihokê yên ku keftine ber lehiyê”.

Navbirî di derheqa qerebûkirin û alîkarîkirina zirardîtiyên wê lehiyê de got, “Piroseya qerebûkirina zirardîtiyên wê lehiyê berdewam e”. Herwesa got, “18 barhilgirên alîkariyên mirovî ber bi Dihokê bi rê ve ne, ku ji kel û pelên nav malê pêk tên û ji aliyê Serok Barzanî ve pêşkêşî zirardîtiyên lehiya heftiya borî ya Dihokê tên kirin”.

Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Heta niha tenê alîkariyên madî û mirovî yên Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gehiştine destê me, ji bilî wan çi alîkariyên din negehiştine destê me. Em daxwazê ji xelkê xwe dikin ku her kesekê bixwaze alîkariya zirardîtiyan bike, bila bi rêya hikûmetê wî karî bike ji bo ku alîkarî bi awayekî birêkûpêk û dadperwerane li ser zirardîtiyan bên parvekirin”.