Ahmed Turk: Eger hevdîtin bi Ocalan re çêbibe dê nermbûnek jî çêbibe

Diyarbekir (K24) – Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Dem Partî Ahmed Turk amaje kir, Tirkiye neçar e polîtîkaya xwe ya hember kurdan biguherîne û eger hevdîtinek li gel Ocalan çêbibe, dê bandorê li pêvajoyek nû bike.

Amaje derbarê destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê de ji K24ê re got: “Em nabêjin ku Tirkiye dê dest pê bike, lê ew neçar e polîtîkaya xwe biguherînin, yanê bi neyartî û dijimatiya kurdan, nikarin demokrasiyê bînin vê axê û nikarin gelê kurd hembêz bikin.”

Got jî: “Dema Tirkiye bixwaze demokratî, aramî û wekhevî çêbibe, gerek e kurdan hembêz bikin. Ji ber wê jî em dibêjin îro ku çiqasî siyasteke tund tê meşandin, di pêşerojê de neçar in ku siyaseta xwe biguherînin. Em nabêjin îro yan sibe dê tiştek çêbibe, lê hêvî û tekoşîna me ji bo pêşeroja gelê Kurd, aştî û aramiyê ye.”

Amaje bi wê jî kir, eger tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulla Ocalan bê rakirin û hevdîtin çê bibin û eger dozen li hember kurdan hatine vekirin bi awayekî hiqûqî bên meşandin, dê nermbûnek çêbibe.