Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê rola nûneratiya Hikûmeta Herêmê li Îtalya bilind nirxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya kir û kar û xebatên nûnertiyê bilind nirxandin.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî serdana Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Romayê kirin û ji aliyê Nûnera Hikûmetê Rêzan Hemesalih û karmendên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêkê de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtaliyayê Rêzan Hemesalih bi kurtî behsa kar û çalakiyên xwe û peywendiyên xwe yên bi saziyên Îtaliya û Kurdên dervey welat re ji amadebûyan re kir.

Piştre Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî rola nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bilind nirxandin.