Sûriye.. Ji destpêka sala 2023an ve zêdetir ji 860 sivîlan bûne qurbaniyên mîn û teqemeniyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka sala borî ve, zêdetir ji 860 sivîlan li Sûriyeyê, bûne qurbaniyên teqîna mîn û teqemeniyan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, ji destpêka sala 2023an ve, li seranserê Sûriyeyê 340 sivîl ji ber teqîna mîn û bermahîyên DAIŞê hatine kuştin, ku di nava wan de 108 zarok û 43 jin hene.

Herwiha 522 sivîl jî di encama teqîna mîn û bombeyan de birîndar bûne, ji wan: 184 zarok, 25 jin û 313 mêr û xort in.

Li gorî zanyariyên SOHRê, piraniya qurbaniyan cotkar, şivan, karkerên komkirina çopê û xebatkarên alîkariyên mirovî ne.

Bombe, mîn û paşmahiyên şer li hemû navçeyên Sûriyeyê ku di salên borî de rastî operasyonên leşkerî hatine hene, vê yekê jî tirsek di nav welatiyên ku dixwazin vegerin malên xwe û karê xwe berdewam bikin, çêkiriye. Di demekê de ku gelek desthilatên herêmî û rêxistinên mirovî di rakirina wan paşmanyan de xemsar in.

Pêştir jî rêxistinên mirovî û navdewletî gotibûn, Sûriye wek yekem welatê ku bombe lê hatine çandin tê naskirin, ku piraniya xaka wê ji ber berdewamiya şer, mîn û bermahiyên şer lê hene û rojane xelkê sivîl dibin qurbaniyên wan paşmayan.