Termê welatiyekî di lehiya Dihokê de winda bûbû hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Dihokê radigihîne, termê welatiyekî ku heftiya borî ji ber lehiyê winda bûbû, hat dîtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji K24ê re ragihand, termê welatiyekî ku heftiya borî ji ber lehiyê winda bûbû, bi hevkariya 600 welatiyan li bendava Mûsilê hat dîtin.

Diyar kir jî, lêgerîna li termê welatiyekî din ê ku heftiya borî ji ber lehiyê winda bûbû, li navenda Duhokê û bendava Mûsilê berdewam dike.

Roja 19.03.2024, di encama barîna baraneke bihêz de, li çend taxên bajarê Dihokê lehî rabû, 2 kesan canê xwe jidest dan, lê termê 2 welatiyan nehatibûn dîtin.