Piştîwan Sadiq: Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya rolê dînperwerî û welatperwerî yê melayan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê amajeyê dide ku, bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danûstandin li ser çend pirojeyên wezareta xwe kirine. Herwesa dibêje, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya rolê dînperwerî û welatperwerî yê melayan dike”.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro (Pêncşem, 28.03.2024) li ser tora civakî ya Facebookê amaje daye ku, bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danûstandin li ser çend pirojeyên wezareta xwe kirine, ji bo zêdetir xizmetkirinê.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî û spasiyên taybet ji bo rolê dînperwerî û welatperwerî û nerm yê melayan li Herêma kurdistanê dike”.

Piştîwan Sadiq tekez jî kiriye ku, wan danûstandin li ser çend kar û pirojeyên Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî kirine û di demeke nêzîk de dê li ser wan pirojeyan bixebitin”.