Civata Parêzgeha Neynawayê deriyê xwekandîdkirinê ji bo postê qayimqamiya Şingalê vedike

Şingal
Şingal

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Parêzgeha Neynawayê deriyê xwekandîdkirinê ji bo postê qayimqamiya Şingalê ji bo dema 15 rojan vedike û hejmareke şertan jî ji bo xwekandîdkirinê danane û lijneyeke Civata Parêzgehê serperiştiya wê piroseyê dike.

Li dû zanyaran, ew kesên xwe ji bo postê qayimqamiya Şigalê kandîd dikin pêdivî ye hejmareke şertan hebe, wekî; Îraqî be û jiyê wî di ser 30 saliyê de be, xwediyê bawernameya zanîngehê be, li ser çi tawanên mezin û xirabiyan nehatibe sizadan, divê xelkê wê qezayê be û berdewam li wê derê bijî, herwesa nabe endamê hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê be û qanûna binbirkirina Beisiyan jî jê negire.

Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê û deverên Kurdistanî hatin kirin.

Piştî nîvroya roja Sêşemê, 19.12.2023, Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amara dawiyê ya tevlîbûna dengderan di her du hilbijartinên taybet û giştî yên civatên parêzgehên Îraqê de parve kir.

Li gor amara komisyonê, rêjeya tevlîbûna dengderan 41% bû, zêdetirîn rêjeya tevlîbûna dengderan jî li parêzgeha Kerkûkê (66%) û kêmtirîn rêje jî li parêzgeha Bexda/Resafeyê (21%) bû.

Serokê Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Omer Ehmed roja 21.12.2024ê ragehand, Civata Komisyarên Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê pejirand.

Qezaya Şingalê yek ji wan cihan e yên ku terorsitên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014ê êrîş kir ser û hejmareke zêde ya xelkê wê kuşt û hindek jî heta niha winda ne û kesûkarên wan jî niha li kempên parêzgeha Dihokê dijîn û ji ber hebûna çekdarên PKKyê û Heşda Şebî û nebûna ewlehî û seqamgirî û xizmetkariyan li deverê nikarin vebigerin ser cih û warên xwe.