Mela Cîhad: Viyan û parastina ax û welatî erkekî olî yê pîroz e

Mela Cîhad spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya Dihokê çûn
Mela Cîhad Hesen
Mela Cîhad Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê amajeyê dide ku viyan û parastina ax û welatî erkekî olî yê pîroz e, herwesa spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya çend rojên borî ya Dihokê çûn.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Mela Cîhad Hesen îro (Înî, 29.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Viyan ax û welatî xweza û fitreteke Xudayî ye, mirov pêve girêdayî ye û tiştekî ji dil û derûnên mirovî veneqtiyayî ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê amaje jî da, “Xudayê mezin mirov li ser erdî kiriye şûngirê xwe ku ji erdî hez bike û avedan bike û ev jî ji bo her mirovekî pîver e ku ji ax û welatê xwe hez bike”.

Mela Cîhad Hesen tekez jî kir, “Her kesekê ji ax û welatê xwe hez neke, berovajî xweza û fitreta Xudayê mezin û destûrê Îslamê kiriye”.

Navbirî ron jî kir, “Dijminên Kurdistanê li dijî Kurdistanê û pêkvejiyana pêkhatên wê yên olî û neteweyî ne û bizavê ji bo têkdana wan dikin, lewma parastina Kurdistanê ji her bizaveka ji vî rengî li dû destûrê Îslamê bergirîkirina ji jiyan û can û ol û ax û welatê xelkê wê ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê herwesa got, “Dijminên Kurd û Kurdistanê bi çend awayên siyasî, serbazî û aborî Herêma Kurdistanê siza didin û xelkê wê birsî dikin û ji mafên wê bêbar dikin, di demekê de ku Xudê mafê hebûn û jiyanê pê daye”. Ron jî kir, “Dijmin dixwazin qewareyê Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê li ber çavên xelkê Kurdistanê reş bikin”.

Mela Cîhad Hesen tekez jî kir, “Eger qewareyê Herêma Kurdistanê nemîne, xwe dîndarî jî bi awayekî azad nayê kirin û mela jî nikarin peyama Xudê bigehînin xelkî û xizmeta xelk û axa xwe bikin”.

Navbirî herwesa amaje da ku parastina ax û welatî erkekî pîroz e û got, “Her kesekê xiyanetê lê bike, dikeve bin wî emrê Xudê ku dibêje xirabiyan li ser erdî belav nekin”.

Mela Cîhad Hesen li dawiyê jî spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya çend rojên borî ya Dihokê çûn.