Îbrahîm Simo: Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje ye ji bo asoyeke geş

Îbrahîm Simo
Îbrahîm Simo

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekî siyasî dibêje, “Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî û biryarên wî amaje û peyam in ji bo navxwe û Îraqê û derve ku desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê asoyeke geş heye”. Herwesa dibêje, “Givaştinên Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê ji mîzaceke siyasî ye”.

Şirovekarê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Îbrahîm Simo îro (Înî, 29.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Givaştinên Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê ji mîzaceke siyasî ye û bi rêya Dadgeha Federalî li ser Herêma Kurdistanê tên sepandin”.

Wî Şirovekarê Siyasî ron jî kir, “Ew mîzaca siyasî girêdayî hejmareke ecêndayên navxwe û derve ye, ku Îran pêşengiya wê dike û dixwaze mafên Herêma Kurdistanê ku di destûrî de hatine misogerkirin binpê bike û nehêle”.

Îbrahîm Simo tekez jî kir, “Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî û biryarên wî amaje û peyam in ji bo navxwe û Îraqê û derve ku desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê asoyekî geş heye”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Çarşem, 27.03.2024) ragehand, “Me biryar li ser parvekirina mûçeyên meha Sibatê da, min Wezareta Darayî raspartiye ku dest bi parvekirina mûçeyên meha Sibatê bike û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeyên Adarê û mehên di dû re jî bike”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa çend biryarên din jî di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de derxistin ji bo ku rewşa aborî ya xelkê wê sivik bike. Yek ji wan biryaran jî parvekirina parçeyên erdî ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wî warî de ragehand, “Me biryar da Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dest bi terxankirin û parvekirina parçeyên erdî li ser tevaya wan fermanberan bike yên heta niha ji hikûmetê mifadar nebûne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniya rojnamevanî de herwesa çend biryarên din jî ragehandin û amaje da ku tevaya wezaretên peywendîdar ji bo bicihanîna wan biryaran raspartine, wekî:

Daşkandina pereyê li ser hev kombûyî yê karebayê bi rêjeya 20%

Daşkandina sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%

Daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%

Lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.