Erdogan: Hibijartin dibin sedema destpêkirina serdemeke nû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî dengdayînê ragihand, pêştir bi hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê û niha yên şaredariyan, dibin sedemê destpêkirina serdemeke nû.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan, li Stenbolê dengên xwe dan. Erdogan piştî dengê xwe da got, ew hêvî dikin ev hilbijartin ji bo gelê Tikiyeyê encameke bi xêr be.

Herwiha got: “Demeke kurt beriya niha hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê birêve çûn. Niha jî hilbijartinên herêmî tên kirin. Her du hilbijartinan em û miletê me westandin. Hêvî dikim encamên baş bo miletê derkevin. Ev her du hilbijartin dibin sedema destpêkirina serdemeke nû. Li welatê dê bibin bingeha sedsaleke nû û serdemeke nû.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro Yekşemê (31.03.2024) hilbijartinên şaredariyan dest pê kir û 34 partiyên siyasî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevrikiyê li ser bidestxistina şaredariyan dikin. 

Di vê hilbijartinê de, 30 şaredariyên bajarên mezin, 51 şaredariyên bajaran, 922 şaredariyên bajarokan, 394 şaredariyên şaredeyan (nahiyan) û Herwiha 50,516 muxtarên gund û taxan jî tên hilbijartin