Îran daxwaza bersivê ji Amerîkayê û rûniştina bilez a Civata Ewlehiyê dike

Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqê piştî êrîşa Israîlê
Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqê piştî êrîşa Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê bi rêya Balyozxaneya Swîsrayê li Tehranê peyamek arasteyî Amerîkayê kir û daxwaza bersivê dike, herwesa ji Neteweyên Yekgirtî jî daxwaza rûniştina bilez a Civata Ewlehiyê ya Navdewletî dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Ebdulahiyan ragehand, di derheqa êrîşa Israîlê ya li ser pişka konsulxaneyê ya girêdayî Balyozxaneya Îranê li Dîmeşqê de, bi rêya Balyozxaneya Swîsrayê li Tehranê peyamek ji Amerîkayê re şandiye û divê Amerîka bersivê bide.

Wezîrê Derve yê Îranê got, “Li dû wê yekê ku Balyozxaneya Swîsrayê parêzera berjewendiyên Amerîkayê li Îranê ye, Birêvebeerê Giştî yê Karûbarên Amerîkayê li wê balyozxaneyê ji bo Wezareta Derve ya ÎRanê hatiye vexwandin ji bo ku hem ew peyam bigehe û hem jî ronkirinê li ser wê êrîşa Israîlê bide ya ku kiriye ser avahiyê diplomatkarên Konsulxaneya Îranê û di encamê de hejmareka şêwirmendên serbazî hatine kuştin.

Hisên Ebdulahiyan amaje jî da ku, wan peyameka giring gehandiye Amerîkayê ku piştevana Israîlê ye û divê bersivê bide.

Herwesa Cîgira Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî Zehra Îrşadî jî nameyek daye Serokê Civata Ewlehiyê ya Navdewletî û daxwaz kiriye ku, wê êrîşa asmanî ya Israîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê li Dîmeşqê şermezar bike û civîneka bilez jî ji bo sinordana destdirêjiyên Israîlê rêk bixe.

Duhî (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) êvarê balafirên şerî yên Israîlê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê avahiyekê nêzî Balyozxaneya Îranê kir armanc.

Piştî çend seetan ji wê êrîşê, artêşa Pasdarên Îranê bi awayekî fermî kuştina du fermande û pênc şêwirmend û efseran di wê êrîşa Israîlê de ragehand.