Hevserokên DEM Partiyê: Betalkirina mafê şaredariyê yê Abdullah Zeydan derbeyeke siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryara dadgehê ya betalkirina namzetbûna Abdula Zeydan bû sedemê nerazîbûna DEM Partiyê. Hevserok û Parlamenterên DEM Partî li Enqerê pêş avahiya Komisyona Bilind a Hilbijartinê kombûn. Tuncer Bakirhan got, Komîyona Bilind rê daye ku Abdula Zeydan bibe namzet, lê niha desthilat bi dek û dolaban, bi lîstikên ku hê berê nehatiye dîtin, dest danîne ser îradeya xelkê Wanê.

Hevserokê Dem Partî Tuncer Bakirhan got: “Berê bi rêya qeyuman dest danîn ser îradeya xelkê Wanê. Niha bi destê dadgehê dikin. Wezareta Dadê bi biryareke siyasî dest danî ser îradeya gel. Ev neyartiya gelê Kurd e, neyartiya îradeya gelê Kurd e. Du demin we îrade nas kir, êdî bes e. Em qebûl nakin. Serokomar gotibû emê rêz li îradeya gel bigirin. Gelo serokomar kurdan ji gel nabîne. Li Tirkiyê yasayên cuda hene, du sîstemên cuda hene. Yek ji bo Kurdan e, yek jî bo Rojavayê Tirkiyê ye. em vê yekê qebûl nakin.”

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Dem Partî Tulay Hatîmogullarî got: “Dema gelê Kurd be, gelê Wanê be rêz nagirin. Em bang li Serokomar dikin, rêz li îradeya gel bigirin. Navbera dengderên Konya û Wanê de çi cudahî heye, ev derbeya siyasî ye. gelê Kurd û xelkê Wanê vê yekê qebûl nakin, emê bi hev re, hemberî ev derbeya siyasî rawestin. Du dem in îradeya gel nasnekirin. Guh nedan îradeya gel. Niha serî pîlangeriya n didin. Şikandina we ji vê tê. Siyaseta qeyumê bûye sedem windakirina wan. Bêyasayî bû sedemê windakirina wan. Em bang li Komîsyonê dikin. vê bêwijdaniyê qebûl nekin.”

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de, Abdula Zeydan bi rêjeya sedî 55 serkeftin bidest bidest xist. Lê Wezareta Dadê, pênc xulek beriya dawîbûna bangeşeyê serî li dadgehê da û daxwaza betalkirina namzetbûna Ebdula Zeydan kir.

Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê, belgeya postê şaredariyê radestî namzetê AK Partî Ebdulhat Arvas kirin ku bi rêjeya sedî 27 deng wergirtibû.

Li ser pêşhatan, xelkê Wanê, bi armanca şermezarkirina biryarê kombûn. Berpirsên DEM Partî didin xuyakirin, ev danîne qeyum e û destdanîna ser îradeya gel û vê yekê qebûl nakin. Baroya Diyarbekirê bo betalkirina biryara Dadgehê serî li Komîsyona Bilinda Hilbijartinê da.