Helbûsî: Ew biryarên li dijî Kurdan û PDKyê tên dan pilankirî ne

Mihemed Helbûsî
Mihemed Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Tevaya wan biryarên ku di dema sala borî de li dijî Kurdan û taybet li dijî PDKyê ji aliyê Bexdayê ve hatine dan pilan jê re hatiye danan û destek li pişt wan heye”. Herwesa dibêje, “Ev ji bo Îraqê baş nîne”.

Serokê Partiya Teqedumê û Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Helbûsî di çavpêkeftineke tilevizyonî ya kanala Sûmeriye Newsê de behsa dawî biryarên Dadgeha Federalî li dijî Herêma Kurdistanê û taybet li dijî PDKyê kir.

Serokê Partiya Teqedumê û Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê got, “Vê dawiyê û taybet di sala borî de, Kurd û taybet PDK rûbirûyî hejmareke biryarên yek li dû yekê yên Dadgeha Federalî, Hikûmeta Îraqê û Civata Nûnerên Îraqê, dengvedana medyayê û nerîna civakî bûye”.

Mihemed Helbûsî tekez jî kir, “Ew biryarên li dijî Kurdan û PDKyê hatine dan bi pilan bûn û bername jê re hatibû danan”. Herwesa got, “Ew biryar wekî hilkeftin nehatine dan, hisêbeke li ser hev kombûyî ye û ev ji bo Îraqê baş nîne. Hejmareka wan biryaran jî peywendî bi rewşa herêmî ve heye”.

Navbirî amaje jî da, “Nabe Îran ji aliyekî ve êrîşî Hewlêrê bike, di eynî demê de tevî wan êrîşan li Bexdayê hejmareke biyaran ji aliyê Serokê Civata Nûneran ve li dijî Herêma Kurdistanê bê dan an jî bixin jêr givaştinên siyasî û aborî. Ev wê manayê dide ku pilan ji wan biryaran re hatiye danan û pêkve girêdayî ne”.