Bizava Îslamî: Em nabin pareke aloziyan û me tevlîbûna xwe ya di hilbijartinan de rawestandiye

Bizava Îslamî ya Kurdistanê
Bizava Îslamî ya Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bizava Îslamî ya Kurdistanê radigehîne, “Em li benda qonaxeke nû ne ku tevaya aliyên siyasî vebigerin ser maseya danûstandinan û tewafiqa siyasî tê de bê kirin”. Herwesa tekez dike ku ew nabin pareke aloziyan.

Dezgeha Hilbijartinan a Bizava Îslamî ya Kurdistanê îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) di ragehandinekê de li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê amaje da, “Em li roja 31.03.2024ê heta seet 12:00 ê şevê bi lîsta kandîdan ve li bernaberî komisyonê amade bûn, lê ji ber ku ew tewafiqa siyasî li Kurdistanê nehat kirin, me ji aliyê xwe rawestandiye”.

Di ragehandina Dezgeha Hilbijartinan a Bizava Îslamî ya Kurdistanê de hatiye, “Em li benda qonaxeke nû ne ku tevaya aliyên siyasî vebigerin ser maseya danûstandinan û tewafiqa siyasî tê de bê kirin û tevaya aliyan li hev bikin”.

Bizava Îslamî herwesa tekez kiriye, “Em nabin pareke wan aloziyan”. Tevî wê yekê jî tekez li ser giringiya piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kiriye.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Ji verêja van biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Ji verêja wan biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.