Biden: Em ê bi G7 re bersiveke yekgirtî ya dîplomatîk li hember êrişa Îranê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden piştrast kir, artêşa Amerîkayê alîkariya Îsraîlê kir û hemû dron û mûşekên ku ji Îranê dihatin ser Îsraîlê, xistin xwarê. Got jî, ew ê bi hevahengiya bi G7 re bersiveke yekgirtî ya dîplomatîk li hember êrişa Îranê bidin.

Biden di daxuyaniyekê de got: “Îran û alîgirên wê – yên ku li Yemen, Sûriye û Iraqê kar dikin – êrîşeke asmanî li dijî navendên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîn. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim.”

Got jî: “Li gorî rênmayên min û bi armanca berevanîkirina li Israîlê, artêşa Amerîkayê di hefteya derbasbûyî de firoke û sîstema li dijî mûşekên balistîk şandin navçeyê.”  

Amaje bi wê jî kir: “Bi saya van bicihkirin û jêhatîbûna leşkerên me yên awarte, me alîkariya Îsraîlê kir ku hema hema hemû dron û mûşekên ku dihatin ser Îsraîlî ketin xwarê.”

Biden di daxuyaniya xwe de tekez kir, “Rûbirûbûna êrişên Îranê, peyameke zelal dide Îranê ku ew nikare ewlehiya Îsraîlê bi awayekî bi bandor tehdîd bike.”

Serokê Amerîkayê diyar kir, wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye û pabendbûna welatê xwe ya ji bo ewlehiya Îsraîlê dubare kiriye.

Herwiha got: “Min jê re got ku Îsraîl şiyaneke bibandor ji bo berevanîkirinê û têkbirina êrîşan nîşan da û peyameke zelal ji dijberên xwe re şand ku ew nikarin bi bandor ewlehiya Israîlê tehdîd bikin.”

Biden di daxuyaniya xwe diyar kir: “Ezê sibe bi hevalên xwe yên serkirdeyên G7 re bicivim da ku bersiveke dîplomatîk a yekgirtî li hember êrîşa hovane ya Îranê bidin.”

Herwiha got jî: “Tîma min dê bi hevkarên me yên li seranserê herêmê re pêwendiyê bikin. Em ê bi rêberên Îsraîlê re jî di nav têkiliyan de bin.”

Serokê Amerîkayê got jî: “Tevî ku îro êrîş li ser hêz û navendên me nehatiye kirin jî, em ê li hember hemû gefan hişyar bin û ji bo parastina gelê xwe, hemû tedbîran bigirin.”