Wezareta Derve ya Îranê bang li balyozên Brîtanya, Almanya û Fransayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber daxuyaniyên wan ên derbarê êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê; Wezareta Derve ya Îranê bang li balyozên Brîtanya, Almanya û Fransayê kir.

Ajansa nûçeyan a “Reuters” ragihand, ji ber daxuyaniyên wan ên tund derbarê êrîşa Îranê li ser Îsraîlê û şermezarkirina Tehranê; Wezareta Derve ya Îranê gazî balyozên Brîtanya, Fransa û Almanyayê yên li Tehranê kir û dilgiraniya xwe ji gotinên serkirde û hikûmetên wan gihande wan.

Reutersê ragihand, Wezareta Derve ya Îranê ji balyozan re rave kir ku Îran bi mafê xwe dibîne ku li hember êrîşên Îsraîlê berevaniyê li xwe bike.

Derenga şeva borî demjimêr derdora 11:00, Supaya Pasdarên Îranê bi dehan mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiribû.

Êrîşa Tehranê wek bersivekê li ser kuştina 7 endamên Supaya Pasdaran tê, ku di êrîşeke Îsraîlê li ser avahiyeke nêzîkî konsulxaneya wê li Şamê de hatibûn armanckirin.

Êrîşa Îranê bû sedema karvedanên navdewletî; Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî û çend welatên din ên herêmê bi tundî êrîş şermezar kirin.