Serok Barzanî: Ji destpêka Raperînê ve PDKê destpêşxerê demokrasî û hilbijartinan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller kir.

Di hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî ragihand, ji destpêka serhildana gelê Kurdistanê ve destpêşxerê demokrasî û hilbijartinan bûye û hertim amade ye hilbijartinên Herêma Kurdistanê pêk bîne. Ew têbîniyên PDK'ê li ser hilbijartinan, ji ber dûrxistina pêkhateyan ji hilbijartinê, zêdebûna pirsgirêkên teknîkî, guhertinên nedestûrî yên di yasaya hilbijartinê de û hewlên bo dîzayana pêşwext a encamên hilbijartinê bû. PDK’ê jî ji bo parastina nirxên demokratîk û hilbijartinên dadperwerane, ev helwest girtiye.

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku PDK hertim li gel hilbijartinan bûye û niha jî PDK daxwaz dike ku di zûtirîn dem de ew kêşeyên teknîkî yên ku rê li ber birêveçûna hilbijartinên dirust digirin, bên çareserkirin û çareseriyeke guncayî ji bo beşdariya pêkhateyan bê dîtin û mafên wan neyên binpêkirin. Bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikin ku garantoriya lidarxistina hilbijartinên zelal û dadperwerane bikin, da ku encamên hilbijartinan dengê gel û îradeya rast a gelê Kurd nîşan bide.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî spasiya helwesta civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir ku xem hatine ser xetê û nêrîn û têbînîyên PDKê bi cidî girtine. Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku nabe di wê dema ku ji bo hilbijartinan hatiye diyarkirin de hilbijartinek pak û daperwerane bê kirin. Lê hindek pêşkeftin heye ku alî bi hev re ji bo jinavbirina pirsgirêkan kar bikin û bê guman çareserkirina wan pirsgirêkan pêwîstî bi derfetên zêdetir heye, lewra paşxistina hilbijartinan bo çend mehan gelek girîngtir e ji lidarxistina hilbijartinên ku tê de mafên dengderan û pkhateyan bê binpêkirin.

Serok Barzanî hêvî xwast ku bi beşdariya hemû aliyan, Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Iraqê kêmanî bêne çareserkirin û rê li ber hilbijartinên rasteqîne, pak û zelal bê vekirin û çareseriyeke guncay ji bo beşdariya pêkhateyan bê dîtin.

Her di vê hevdîtinê de, Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê rola dîrokî ya Serok Barzanî di proseya siyasî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku Yekitiya Ewropayê têbîniyên PDKê yên derbarê aliyên teknîkî yên hilbijartinan û dûrxistina pêkhateyan bi cidî girtine û ji nêzîk ve ligel Neteweyên Yekbûyî pêdaçûnê ji bo çareserkirina kêşeyan dike. Ragihand jî, hem Yekîtiya Ewropî û hem jî Neteweyên Yekgirtî hevnêrîn in ku bêyî beşdarbûna partiyek mezin wek PDKê, hilbijartin dê ne demokratîk û ne serkeftî bin.