Li Tirkiyê bihayên hin zebzeyan li gor sala borî ji%70 zêdetir bû

Zêdebûna bihayên xurekan ku ji aliyê Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê ve bo îsal wek ji %25,11 hat eşkerekirin ku ev rêje sala borî ji%13,79 bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Zêdebûna bihayên xurekan ku ji aliyê Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê ve bo îsal wek ji %25,11 hat eşkerekirin ku ev rêje sala borî ji%13,79 bû. Li nav bazaran jî tesîra vê zêdebûnê li ser bihayên zebze û fêkiyan xwe nîşan dide. Di nav wan de jî yên herî giranbiha bîbera ku kîloya wê ji 20 lîre, û balcana reş a ku kîloya wê ji 12 lîreyê Tirk tê firotin e. Pîvaza ku sala borî bi 3 lîreyê dihat firotin îsal bi 7 lîreyê tê firotin. Îsal bihayên gelek zebzeyan li gor saleke berê ji%70 zêdetir bû. Ji vê ferqa mezin a bihayan jî bêhtir xelk gilî û gazinda dike.

Bazarvan jî amaje dikin ji ber zêdebûna bihayan, firotin gelek kêm bûye. Li gor wan sedema zêdebûna bihayên zebzeyan polîtîkaya rayedar û daketina rêjeya hilberandinê ye.

Bazarvan Adem Seînç ji K24ê re got: “Barana îsal zêde barî, bandoreke xerab li zeviyên zebzeyan kir wek nimûne zebzeyên ku ji 3 herêman dihatin îsal tenê ji yek herêmê hat. Pêrar 8 milyon ton kartol hat hilberandin, lê par dakete heta 4 milyon û 550 hezar ton. Ev kêmbûna hilberandinê dibe sedema zêdebûna bihayan jî.”

Bazarvan Îsmaîl Goçer dibêje: “Firingî, balcan, bîber yanê baştirîn zebzeyan dişînin Rûsyayê. Yên dimînin jî kêm in têrî xelkê vir nake, loma zebzeyên heyî jî du, sê qat bihatir dibin. Mixabin ev bihabûn demeke din jî dê bidome.”

Mijara ku ji aliyê hikûmetê ve jî ji nêz ve tê şopandin bi daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan carek din hat rojevê. Li gor Erdogan tevî daketina rêjeya faîz û enflasyonê, berdewamiya zêdebûna bihayan karê stokparêzan e.

Pispor jî dest nîşan dikin ji sala 2010 vir de bihayên zebzeyan tim zêde dibe. Li gor Rêvebirê Giştî yê Ekovîzyon û Aborîzan Adnan Ateş ji ber berdewamiya zêdebûna bihayan egera metirsiya resesyonê jî zêdetir dibe

Pisporê Aboriyê Adnan Ateş wiha axivî: “Îro ji %65 berhemên xurek û zebzeyan ji welatên derva bo Tirkiyê tên hinardekirin. Beramberî vê rêjeya hinardeyê Tirkiyê gelek kêm e. Ji bo welatekî rêjeya hawirdeyê çiqas zêde bibe, ligel vê em zêdebûna dovîzê jî bînin berçav bihayên xurek û zebzeyan ewqas zêdetir dibe. Eger hilberandineke têrî civatê neyê kirin, hevsengiyek di hawirde û hinardeyê de nebe ev krîz dê her berdewam be.”

Di amarên fermî yên li ser bihayan jî tê destnîşankirin, di 10 salên dawî de di nav bihayên berhemên giştî de bi rêjeya ji%274 herî zêde bihayên zebzeyan bilind bû.