Li kampa Êzidiyan bi sedema agir keçekê canê xwe jidest da

Li kampa Xankê ya koçberên Şingalê agir bi konekê ket, keçeke 17 salî canê xwe jidest da.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li kampa Xankê ya koçberên Şingalê agir bi konekê ket, keçeke 17 salî canê xwe jidest da.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li Kampa Xankê ya li qezaya Sêmêlê agir bi konekê ket û ji ber nebûna agirkuj û otombîlên hawarhatinê, keçeke 17 salî ya bi navê Şêrnaz Xalid canê xwe jidest da.

Diyar kir jî, xelkê Şingalê zêdetir ji salekê ve di riya tûra civakî re daxwaza otombîlên agirkuj û hawarhatinê dikin, lê ta niha ew daxwaza wan bicih nehatiye.

Bînerekî bûyerê jî ji K24ê re got: “Agir ji ber şorta kehrebê vêket û ji 4 salan ve her ew kon in û kabêlên kehrebê jî riziyan e.”

Herwiha da zanîn jî, termê wê keçê bi otombîla polîsan ji bo bijîşkê dadwerî hat veguhastin.

Li kampa Xankê 3 hezar û 120 kon hene û 2 hezar û 821 malbat tê de bicih dibin ku hejmara wan 16 hezar û 376 kes in, lê ta niha pêwîstiyên agirkuştinê û hawarhatinê li kampê nîn in.  

 

 

S. B