Navenda “Unkapani” bi dijwarî ber xwe dide

Kurd24

K24 – Stanbol

Unkapani ya li Stenbolê ku ji bo stranbêjên navdar ên Tirk û Kurd bi salan navendeke girîng bû, li ber înternet û teknolojiya hemdem a mûzîkê ber xwe dide.

Unkapani ji ber kêmfirotina CDyan hem jî ji ber kêmfirotina berhemên korsan, hiştiye ku ew zindîbûna hunerê û hunermendan li vê navenda mûzîkê nemîne.

Gelek hunermendên Kurd, li Unkapaniyê bi derxistina kasêtên xwe yên yekem dest bi jiyana xwe ya hunerê kiribûn. Ji salên 1970'yan heya destpêka salên 1990'î jî kasêt çêkerên li Unkapaniyê bê navber kar dikirin û bi deh hezaran kasetên stranbêjan li wir dihatin firotin.

Stanbêj Şehrîbana Kurdî jî yek ji wan hunermendan e ku hê jî kasêtên xwe li Unkapaniyê derdixe pêşberî hezkiriyên xwe. Şehrîbana Kurdî balê dikişîne ser firotina CD'yên korsan û dixwaze mafên hiqûqî yên hunermendan werin parastin.

Şehrîbana Kurdî di vê derbarê de, dibêje: “Mafên hunermendan nayên parastin. Dema berhemeke hunermendan li ser înternetê tê weşandin dikarin heqê xwe li wê derê biparêze. Wê çaxê ti kes nikare tiştên korsan derxe.”

Stranbêj Bîlalê Kolikî jî diyar dike ku salên borî bi hezaran albumên wan dihatin difirotin, lê niha rêjeya firotina CDyan pir kêm bûye û dibêje: “Berê karê me pir baş bû, konserên me pir bûn, firotina albumên me zêde bûn.”

Kolikî berdewam dike jî: “Ez wiha bibêjim; berê em li Mercedesê siwar dibûn niha ker jî nakeve destê me. Wê çaxê kasetên me govendê bi qasî mîlyarek dihatin firotin, niha 100 heb jî nayên firotin.”

Unkapaniya ku salên borî navenda muzîkê bû, niha li hember pêşveçûna teknolojiyê ber xwe dide. Lê dîsa jî hin hunermend wê bi tenê nahêlin û dixwazin albumên wan ji wir belav bibin.