Çêroka pirtûkfiroşekî Kurd dibe belgefîlm

Oktay Çetînkaya ku Kurdekî Zaza ye li kolanên Stenbolê dema kaxiz kom dikir bi hezaran pirtûk ji nav gilêşê berhev kir û piştre dest bi pirtûkfiroşiyê kir. Li ser jiyana balkêş a Çetînkaya belgefilmek jî hatiye çêkirin û belgefîlma wî li gelek festîvalên navneteweyî xelat jî wergirtiye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Oktay Çetînkaya ku Kurdekî Zaza ye li kolanên Stenbolê dema kaxiz kom dikir bi hezaran pirtûk ji nav gilêşê berhev kir û piştre dest bi pirtûkfiroşiyê kir. Li ser jiyana balkêş a Çetînkaya belgefilmek jî hatiye çêkirin û belgefîlma wî li gelek festîvalên navneteweyî xelat jî wergirtiye.

Li Beyogluya Stenbolê, dikaneke ku tê de bi hezaran pirtûkên bi zimanên biyanî hene; lê ya balkêş çîroka jiyana xwediyê dikanê ye. Oktay Çetînkayayê ku dê û bavê wî ji Çêrmûka Diyarbekirê ye wek kurê Kurdekî Zaza li Edeneyê ji dayîk dibe. Di dibistana seretayî de heta 5 salan dixwîne piştre dev ji dibistanê berdide û li bajêr kaxizan kom dike. Paşê berê xwe dide Stenbolê û li vêderê jî heta 6 salan li kûçe û kolanên Stenbolê ji nav gilêşê kaxizan kom dike. Rojekê di nav gilêşê de pirtûkeke dibîne û dest bi xwendinê dike, roj bir roj pirtûk zêdetir bala wî dikêşîne. Çetînkaya, êdî li nav gilêşê ne kaxiz lê pirtûkan berhev dike.

Pirtûkfiroş Oktay Çetînkaya ji K24ê re got: “Dema min kaxiz kom dikir, di nav gilêşan de ez li rastî pirtûkan jî hatim û min êdî ji nav gilêşê pirtûk jî berhev kirin. Pirtûkfiroş jî dihatin cem min û ji min pirtûk distandin. Gava min kaxiz kom dikir ez li rastî Pirtûka Don Kîşot hatim û min dest bi xwendina wê pirtûkê kir; û piştre jî roj bi roj min zêdetir girîngî da xwendina pirtûkan.”

Xwendina pirtûkan jiyana Çetînkaya diguhere û piştî demekê bi kitêbên ku ji nav gilêşê kom kiriye pirtûkxaneyeke ava dike û dest bi pirtûkfiroşiyê dike.

Herwiha Çetînkaya dibêje: “Êdî pirtûkên ku min ji nav gilêşê derdixistin min kom kirin, berê min difirotin pirtûkfiroşan lê piştî demekê min êdî nefirotin û di serî de nêzi hezar pirtûk min berhevkirin û min bixwe li bazara pirtûkan, dest bi firotina pirtûkan kir. Piştre jî min dikaneke wiha ku tê de bi hezaran pirtûkên ji hev cudatir hene ava kir.”

Çetînkaya piştî ku dest bi pirtûkfiroşiyê dike, ew bixwe diçe cem hevkarên xwe yên berê ku kaxizan kom dikin ji wan kitêb distîne û di vê dikana xwe de difiroşe.

Li ser jiyana balkêş a Çetînkaya belgefîlmek jî hatiye kişandin. Çetînkaya di vê derbarê de dibêje: “Belgefîlmeke bi navê Di Nav Gilêşê De Min Dostoyevskîyek Dît ku 103 deqe ye li ser jiyana min hat kişandin. Ev belgefîlm li festîvalên Emerîka û Yewnenîstanê wekî belgefîlma herî baş hat hilbijartin.”

Oktay Çetînkaya di zaroktiya xwe de ji bo debara mala xwe av jî firotiye, simit jî; û herî dawî ji nav gilêşê kaxiz jî kom kiriye. Çetînkaya niha pirtûkfiroşiyê dike û wî di nav neçariyê de bi ronahiya pirtûkan ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye.