Şaxewan Ebdulla: Dûrxistina pêkhateyan ji hilbijartinan xeletiyeke mezin bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, dûrxistina pêkhateyan ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi biryara Dadgeha Federalî, xeletiyeke mezin bû.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla îro 8ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dûrxistina pêkhateyan ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, xeletiyeke mezin a Dadgeha Federalî ye. Nûnerên Tirkmen û Xirîstiyanan li Parlamentoya Iraqê hene, lewma divê nûnerên wan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî hebin.

Şaxewan Ebdulla amaje bi wê kir, biryara vê dawiyê ya Dadgeha Federalî, ji bo sererastkirina biryara berê ya derbarê çawaniya beşdarbûna pêkhateyan di hilbijartinan de hat, ku rê li ber namzedkirina nûnerên pêkhateyan û aliyên ku baykotkirina hilbijartinan ragihandine, vedike.
Herwiha got: “Ji ber wê jî pêwîstiya vê proseyê bi demekê heye, di vê heyamê de Serokê Herêma Kurdistanê dê bi aliyên siyasî re bişêwire, ji bo li ser rojekê ji bo lidarxistina hilbijartinan lihev bikin, bi armanca ku pêkhateyan ji beşdariyê dûr nexin.”

Derbarê pirsa cotkarên Kurd li Kerkûkê de jî Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê kir, “pirsgirêka cotkaran dê bi riya çend qonaxan were çareserkirin.”