Li Stenbolê festivala fîlimên taybet bi kêmendaman dest pê kir

Kurd24

K24 - Stenbol

Di çarçoveya Festivala Fîlman a Navdewletî “Berbest” de, li cîhanê bo cara yekem wê kêmendam fîlmên bi nav û deng temaşa bikin. Festivl, bi meşa kêmendaman, li Stenbolê dest pê kir.

Kêmendam her tim bûn mijara fîlman, lê tu car nikaribûn li wan fîlman temaşa bikin, bibihîzin... Lê bi festîvala Fîlman a Navdewletî "Berbest" ve kêmendam jî dikarin wan fîlman temaşa bikin.

Li gor amarên navdewletî, li cîhanê nêzî 650 mîlyon kêmendam hene.

Di salên dawîn de ji bo kêmendaman, gelek xebat hatin kirin. Di nav xebatan de çalakiyên hunerî û çandî gelek kêm bûn.

Parlamenterê AKPê yê Enqerê Nevzat Ceylan jî beşdarî meşa bo kêmendaman bû. Ceylan ji bo ku rewş û hestên kêmendaman çêtir fam bike bi paçikêkî çavên xwe girêdan û ji K24 re got: “Ez dixwazim hestê kêmendamên ku çavên wan nabîne çawa fîlman temaşa dikin, nas bikim. Ev rewş wek mirovên mîna me gelek zehmet e. Ez niha baş têgehiştim ku, em her tim alîkariyê bidin van welatiyên me.”

Kêmendam, saziyên cîvakî yên sivîl û gelek kes, beriya festîvalê li kolanê civiyan. Rêveberê Enstutiya Cervantes a Îspanyol, Pablo Martîn Asuero jî ji bo piştgiriyê bide kêmendaman hate festivalê û got: “Divê hemû kes piştgiriyê bide kêmendaman. Çimkî jiyana wan, gelek zehmet e. Eger em alîkariya kêmendaman bikin wê demê dê ew di jiyana rojane de hîn aktîf bin.”

Kêmendamek jî dibêje, ne tenê di vê festîvalê de, pêwîstiya me ewe ku her tim bi hev re li fîlman temaşa bikin: “Di navbera kêmendaman û welatiyên din de tu cûdahiyek nîne. Astengdarî, ji korbûn yan jî kerbûn nîn e. Ew bi temamî bi civakê re eleqeder e.”

Gelek fîlm, ji bo kêmendamên ku çavên wan nabîne bi alavên taybet û ji bo kêmendamên ku nabihîzin jî, bi jêrenivîsan ve hatine amadekirin. Festivala Filman a Navdewletî "Berbest" wê heta 4ê vê mehê dewam bike.