Li Îdirê avahiya çand û huner û dengbêjiyê hata avakirin

Di avahiyê de dîwana dengbêjan, jureya pêşkeşkirina şano û fîlman, polên perwerdehiya çandê û hola lîstikên gelerî ku tê de tên fêrkirin cih digre.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Kurdistan 24, ji bo neyê jibîrkirin li ser dengbêjan û tunebûna mala dengbêjiyê nûçeyek çêkiribû û ew daxwaza dengbêjan anîbû ser ekranên xwe. Li ser vê yekê Şaredariya Bajarê Îdirê ji bo ku keleporên Kurdî neyê jibîrkirin avahiya çand û hunerê û dengbêjiyê damezrand.

Li bajarê Îdira ku di warê dengbêjî û lîstikên gelerî de tê naskirin xebatên ji bo vejandina kelepora kurdî zêde tunebûn û li ser vê yekê Kurdistan 24ê derbarê dengbêjên Îdirê de nûçe çêkiribûn û dengbêjan bi navbeynkariya Kurdistan 24ê ji şaredariya Îdirê daxwaza avakirina mala dengbêjan kiribû. Piştî nûçeya Kurdistan 24ê ji aliyê şaredariya bajarê Îdirê ve avahiya çand û hunerê û dengbêjiyê hate avakirin û bi merasîmekê hate vekirin. Dengbêjên başdarî merasîmê bûn jî spasiyên xwe ji bo Kurdistan 24ê re kirin.

Dengbêj Apê Bekir wiha got:"Qenal Kurdistan 24 berê jî hatibû bi min re hevpeyvîn kiribû. Me go mala dengbêjan li Îdirê hebe dê baş be. Em şaredariya xwe re jî spas dikin. Mala dengbêjan bi saya Kurdistan 24ê tabî hate naskirin ê. Careke din gazî me kir û em îro di qanal Kurdistan24ê de klama dibêjin. Em tevahî miletê xwe re jî spas dikin. Em zehf jî bextiyarin."

Di vekirina merasîma avahiya çand û hunerê de Hevşaredarê Îdirê Murat Yîkît axaftinek kir û amaje pê kir ku li Îdirê Kurd, Azerî û Terekeme bihev re dijîn û çanda li hev xwedî derdikevin. Yîkît diyar kir ku dê ziman, reng û çanda hemû gelên ku li Îdirê dijîn di vê avahiya hatiye avakirin de wê bê vejandin. Piştî axaftinê ciwanên Kurd û Azerî lîstikên gelerî pêşkeşî welatiyan kirin û dengbêjên Kurd û Azerî jî mala di dengbêjan de ji bo welatiyan stranên xwe strîn. Midûrê avahiyê jî da zanîn ku dê di rojên pêşiya wan de ji bo gelên din jî xebatên bi vî rengî bidin destpêkirin.

Midûrê Avahiya Çand û Hunerê Tekîn Sîverî wiha axifî:

"Ji bo hemû keleporên Kurdan bên vejandin me ev avahî ava kir. Li vir lîstikên gelerî, xebatên dengbêjiyê û dersen zimanê Kurdî tên dayîn. Rojên di pêşiya me de jî em ê ji bo jiyandina kelepora gelên din jî xebatên xwe bidin destpêkirin."

Di wê avahiya çand û hunerê ya ku piştî nûçeya Kurdistan 24ê hate avakirin de dîwana dengbêjan, jureya pêşkeşkirina şano û fîlman, polên perwerdehiya çandê û hola lîstikên gelerî ku tê de tên fêrkirin cih digre. Herwiha dengbêjan amaje pê kir ku ew dê bi saya Kurdistan24ê şevbûhêrkên xwe jî pêşkeşî hemû gelê Kurdistanê bikin.