Ji şer reviyane, lê karên hunerî bernedan

kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Penaberekî Sûrî ku bi karên hunerê mijûl dibe ji ber şer koçî Stenbolê dike û hunergehekî ava dike. Bi rêya vê hunergehê gelek penaberên hunermend ên li Stenbolê jî digihijin cem hev du. Di hunergehê de ji aliyê penaberan ve karên ji hev cudatir ên hunerî tên kirin, tablo û wêneyên ku bi destê penaberan tên amadekirin li Ewropayê jî tên firotin.

Ji şer reviyan bi hunerê hêviya jiyana xwe geş dikin. Ev tabloyên ku di gelek pêşangehên navdewletî de cîh girtine, ji aliyê penaberên Sûrî ve hatine amadekirin û li gelek welatên Ewropayê jî tên firotin.

Omer Barekdar hunermendekî Sûriyeyî ye. Ji ber şer welatê xwe bi cîh hişt lê karê xwe yê hunerê ku ji mêj ve dike li xeribiyê berdewam dike. Barekdar li Stenbolê tevî gelek zehmetiyan hunergehekî vekiriye û li gel penaberên wekî wî yên hunermend di vê hunergehê de gihiştine hev du. Di hunergeha penaberan de dokumentir tên amadekirin, nîgar tên xêzkirin û ji bo pêşangehên hunerî xebatên cuda tên kirin.

Hunermend Omer Barekdar ji K24ê re wiha dibêje: “Dema ez hatim vî bajarî min dît ku nêzî 1 milyon penaber li vir dijî, di nav wan de gelek hunermend jî hene. Ji bo wan ev hunergeh pêdiviyek bû. Stenbol di warê hunerê de bajarek dewlemend e, hebûna hunergeha me jî digel hunerên ji welatên cuda di nav ahengiyekî de wê xweştir bibe.”

Alî Omerê 30 salî jî xelkê Qamişloyê ye û ji zaroktiya xwe ve nîgarkêşiyê dike, wêne û nîgarên wî li Kurdistanê û li Ewropayê di gelek pêşangehên hunerî de cîh girtine.

Nîgarsaz Alî Omer ji K24ê wiha axivî: “Em li vir ligel komeke hunermendan li ser karên muzîk, nîgar, fotografîk dixebitin. Ez di berhemên xwe de, zêdetir behsa mirovahiyê û daxwazên mirovan dikim. Lazim e huner guh bide merivan û êş û kula wan bi rêya hunerê nîşanî cîhanê bide.”

Di hunergehê de bi beşdariya hunermendên pisporên ji Ewropayê jî li ser hunerê guftûgo tên kirin û her kesek dikare di vê hunergehê de bêberamber fêrî karên hunerê bibe.