Di festîvala fîlmên serbixwe de fîlmên Kurdî jî hene

Mîhrîcana Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê ku li Tirkiyê festîvalekê girîng tê zanîn dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên ku behsa geşedanên li Rojhilata Navîn dike zêdetir derket pêş. Di festîvalê de ku ji 34 welatan 146 fîlm tên nîşandan, fîlmên Kurdî jî hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Mîhrîcana Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê ku li Tirkiyê festîvalekê girîng tê zanîn dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên ku behsa geşedanên li Rojhilata Navîn dike zêdetir derket pêş. Di festîvalê de ku ji 34 welatan 146 fîlm tên nîşandan, fîlmên Kurdî jî hene.

16'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe yên Stenbolê dest pê kir. Di festîvalê de ku bi mebesta hilbijartina fîlmên baştirîn ên serbixwe tê lidarxistin, ji 34 welatan, 146 film tên nîşandan.

Di filmên festîvalê de ku herî zêde behsa mijarên siyasî û civakî tên kirin, zêdetir fîlmên ku tê de behsa geşedanên li Rojhilata Navîn tên kirin derketin pêş. Yek ji wan filman, filmê Şova Şer e ku ji aliyê derhênerê Sûriyeyî Obaîdah Zytoon ve hatiye kişandin. Film behsa bihara Ereban, şerê li Sûrî û azadiya gêncan dike.

Filmeke din ê ji Rojhilata Navîn jî filmê "Li Şahrî El Madîne Rojên Dawî" ye ku derhênerê wê Tamer El Saîdê Misirî ye. Di filmî de li Misirê qala guherînên hikûmetan, geşedanên li heyama derbeya leşkerî û qala birayên Misilman dike.

Di festîvalê de filmên Kurdî jî hene. Yek ji wan filman filmê bi navê Gênco ye ku ji aliyê derhênerê Diyarbekirî Alî Kemal Çinar ve hatiye kişandin. Çinar derbarê fîlmê xwe de wiha ji K24ê re axivî: “Gênco qehramanekî sûper e. Hêzên wî heye lê hêzên wî nîviye. Min xwest li ser vê mijarê li ser hêzê li ser desthilatdariyê ez tiştekî bêjim. Meseleya me tiştekî wiha bû. Dema hêz dikeve destê mirov tê çi astê yan jî wê hêzê çawa bi kar tîne. Me xwest em li ser vê mijarê fîlmekê çêkin. Ji bo min jî tişteke taybet bû. Ji ber ku ez filmê bi vî şêweyî hez dikim. Cihê gênco di dilê min de cihekî taybet e. Ji ber vê ez gelekî bi kelecan im.”

Derhênerê Kurd ku heta niha 2 fîlmên dirêj û 10 fîlmên kurt kişandiye, bo amadekirina fîlmên Kurdî ji ber kêşeyên aborî nîgeran e.

Herwiha derhêner Alî Kemal Çinar derbarê sînemaya Kurdî de jî wiha got: “Li Tirkiyê û li derva fon hinekî pisrgirêk e ji bo filmê kurdan. Ev jî mixabin bandor li sînemagerên kurdan dike. Lê dîsa jî derfet heye ku mirov bi tena serê xwe çêbike. Rêyeke din an jî alternatifeke din jî heye. ji ber ku min sê film kişandin û min ji tû kesî fon an jî bûtçeyeke mezin min wernegirt. Rêya me ji bo herkesî rêyeke alternatif e. Em dikarin bi derfeta xwe bi amûrên xwe filman çêbikin û biweşînin. Tenê divê çîrokên me û hûnerên me serkeftî be.”

Piştî nîşandana filmî derhêner bersiv da pirsên bîneran. Bîneran derbarê filmên Kurdî de hestên wxe anîn ziman.

Festîvala ku heta 26'ê Sibatê dê li Stenbolê bidome, di navbera 2 û 5ê Adarê de li Enqere û İzmîrê jî dê bi heman awayî were lidarxistin.