Nîgarkêşê kemendam ê Îdirî bi devê xwe wêne xêz dike

Bê mil û bê dest bi devê xwe, bi sedan wêne û tablo xêz kir û di roja kêmendaman a cîhanê de bi pêşangeheke taybet nîşanî xelkê da.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Bê mil û bê dest bi devê xwe, bi sedan wêne û tablo xêz kir û di roja kêmendaman a cîhanê de bi pêşangeheke taybet nîşanî xelkê da.

Yusuf Akgunê ku xelkê Îdirê ye, dema 6 salî bû li stunekê ceyran li wî digire û di encama qezayeke dilsoj de dest û milê wî jê dibe. Kesên ku ji bo wî kelogirî dibûn êşa Akgun zêdetir kiriye. Akgun ji bo dermankirina dilêşiya xwe, dest bi hunerê dike pêşî bi devê xwe nivîs dinivîse, piştî demekê jî bi profesyonelî tabloyên ji hev cuda xêz dike.

Nîgarkêşê kêmendam Yusuf Akgun ji K24ê re got: “Dema kesên bi xemginî li min dinêriyan ez dilgiran kirim. Min dixwest dema kesek li min dinêre bila ne bi êş bi rûkenî min temaşe bike min jî fikirî rêya vê jî ew e xêzkirina wêneyan e. Pêşî min dîwar boyax kirin dûv re min tabloyên mezin xêz kirin. Heta niha tevî pêşangeha vir min 5 pêşangehên hunerî vekirin.”

Di vê pêşangeha taybet de ku li Enqereya Tirkiyê hat vekirin û listîkvanên navdar ên di sînemaya Tirkiyê de lîstine tê da cîh digirin ku surete wan bi devê Akgun hatine xêzkirin.

Yusuf Akgun dibêje: “Di vê pêşangehê de 60 wêneyên aktor û aktrîsan hene. Di nav 1 sal û 3 meh û 6 rojan de min ev wêneyan xilas kirin. Dema hûn sînema temaşe dikin, hin hest hin sehne ku dubare nabin min dan sekinandin, bi makîneyê min wêneyên wan girtin dûv re ji bo hestên veşartî baş nîşan bidim, min bi devê xwe sûretê wan listîkavanan xêz kirin.”

Akgun, di civatê de ji bo şikestina nêrînên neyinî yên li ser kêmendaman bang li kesên kêmendam dike û dibêje tu caran xembar nebin, kêmendamî ji bo xewn û xeyalan astengî nîn e.

Yusuf Akgun got jî: “Divê em kêmendam negirîn zêde ber xwe nekevin ev çare nîn e. Divê em bixebitin, bi karên berhemdar em ber xwe bidin da ku dinyaya xwe geş bikin.”

Nîgarkêşî her çiqas bi giştî hunerek bi destê tê xêzkirin bê zanîn jî lê Akgun bi pêşangeha xwe nîşan dide ku bêyî dest û bê mil jî ev huner tê kirin.