Lynk&Co 01 a Çînî û Volvo dikeve bazarê de

Lynk&Co 01 li bajarê Taizho li Çînê tê berhemanîn û bi Volvo XC40 re xwedî heman platformê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lynk&Co 01 yekem otombîla hevbeş a Geely (şîrketa Çînî) û Volvo ye. Ev otombîl sala par wekî otombîla konsept hatibû nasandin û eleqeyek mezin dîtibû. Vê hefteyê otombîl derdikeve bazarê û yekem welatê ku dê firotin Çîn e. Di sala 2019an li Ewrûpa û di sala 2020an de jî li Amerika dê bê firotin.

Lynk&Co 01 li bajarê Taizho li Çînê tê berhemanîn û bi Volvo XC40 re xwedî heman platformê ye.

Lynk&Co 01 hêvîdar e heta dawiya sala 2021an plankiriye ku, 500 hezar otombîlan bifroşe.

Buhayê Lynk&Co 01 di derdora 22 hezar dolaran de ye.