Îranê rê li ber derbasbûna kelûpelên Tirkiyê girt

Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku di ser Îranê re êdî şandina kelûpelên Tirkiyê bo Rûsyayê hatiye qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser malpera înternetê ya Dezgeha Pêşdebirina Bazirganiya Îranê daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku, “Di ser Îranê re şandina kelûpelên Tirkiyê bo Rûsyayê hatiye qedexekirin.”

Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku di ser Îranê re êdî şandina kelûpelên Tirkiyê bo Rûsyayê hatiye qedexekirin. Hat diyarkirin ku belgeya bazirganiyê ya karsazên Îranî yên ku guhdariya vê qedexeyê nekin dê were betalkirin.

Daxuyanî ji aliyê Alîkarê Serokê Dezgeha Pêşdebirina Bazirganiya Îranê Muhammed Riza Nîmetzade ve hat dayîn. Nîmetzade, hişyarî da karsazên Îranî daku guh bidin vê qedexeyê û eger na, belgeya bazirganiyê ya karsazan dê were betalkirin.

Nîmetzade, derbarê vê mijarê de got: “Mosko qedexe daniye ser kelûpelên Tirkiyê. Lê hinek karsazên Îranî kelûpelên ku ji Tirkiyê tînin ji nû ve difroşin Rûsyayê. Ev rewş li dijî polîtîkaya Îranê ye. Herwiha dibe ku Rûsya jî ji ber vê rewşê aciz bibe."