Rewşa Tirkiyê aboriya Bakurê Kurdistanê aloz dike

Kurd24

K24- Amed

Pêknehatina hikûmeta nû li Tirkiyê û ketina rojevê ya hilbijartinên pêşwext, rewşa aboriya wî welatî bi giştî û Bakurê Kurdistanê bi taybetî aloz kiriye, karsaz û akademisyenên Kurd jî bi cave metirsiyê li vê yekê dinêrin.

Şah Îsmaîl Bedirxanoglu, karsazekî ku li Bakûrê Kurdistanê kar dike. Bedirxanoglû, radigihîne ku, ew di warê avedanî, geştiyarî û xizmetguzariyan de kar dike, lê niha hemû karên wî rawestiya ne.

Şah Îsmaîl Bedirxanoglu behsa rewşa kar dike û wiha ji K24ê re dibêje: “Ji vê rewşa neyînî, karsazên derdorî rojavayê Tirkiyeyê, ger yek bandor dibînin, yên herêma me 3 kat zêdetir dibînin. Di vê sedemê de, hatin û çûyîna herêmê rawestiya ye, kes nikare kar bike û mesrefê me jî disa wek xwe ye."

Karsazê Kurd, hêvî dike jî ku ev rewş piştî hlbijartinan xilas bibe.

Ji aliyê xwe ve, Akademisyenê Zanîngeha Selhadîn Eyûbî, Sedat Baytak ji K24ê re baldikşîne ku bihayiya dovîz li Tirkiyê her diçe bilind dibe û pêşbînî dike ku ger piştî wan hilbijartinan jî hikûmet neyê damezrandin, dê rewş xirabtir bibe.

Baytak û Bedirxanoglu pêşbînî kirin ku heta hilbijartinên pêşwext jî ev rewşa neyînî ya aboriya Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistan dê ber bi xerabî ve biçe, lê piştî hilbijartinan dê çibibe pirs û meraqa paşerojê ye.

_