Li bazara Qamişlo gelek kereste peyda nabin

Li bazara Qamişlo hindek keresteyên biyanî mîna yên Îranî, Hindî û Rûsiya, di vê dema dawî de têne dîtin, bi taybetî keresteyên girêdayî paqijkirina cil û bergan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/baf18d61-ea33-462f-818e-7716d076584f/bazar-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo
Li bazara Qamişlo hindek keresteyên biyanî mîna yên Îranî, Hindî û Rûsiya, di vê dema dawî de têne dîtin, bi taybetî keresteyên girêdayî paqijkirina cil û bergan.

Li gorî xwedanên hin kargehan li bajarê qamişlo, karê wan hatiye rawestandin, ji ber qutbûna keresteyên sereke, bi sedema dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê, loma ew neçar in ku ji derveyî herêmê van keresteyan dabîn bikin û bi nirxekî buha.

Bazirgan Adil Derwêş di vê derbarê ji K24ê re axivî û got: “Keresteyên sereke tune ne û eger peyda bibin û em li ver wan çê bikin wek tayêtê, dê ne di asteke baş de be, eger ji derveyê herêmê jî derbasî Rojava be, dê bi nirxekî buha be.”

Hindek bazirgan dibêjin, ku komgeh ango embarên wan ji keresteyên herêmî vala dibin û ji ber ku riyên di navbera Qamişlo û bajarên Sûriyê mîna Şam û Helebê hatine girtin, ew neçar dibin ku serederiyê bi qaçaxçiyan re bikin, daku pêdiviyên xelkên deverê peyda bikin.
Li gorî hin aborînasan, rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj ber bi aloziyê ve diçe, herweha û ligel buhabûna nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê.  Qutbûna keresteyên pêwist ji ber rewşa dorpêçkirina deverê, metirsî heye ku birçîbûn li deverê çê bibe û pêleke koçberiyê ji Rojavayê Kurdistanê ber bi welatên derdorê ve were kirin.