Karsazê navdar ê kurd Hamdî Ulukaya xelata"Rêbertiya Cîhanî' Wergirt

Kurd24

 

K24- Navenda Nûçeyan

Xelatên rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Komeleya Neteweyên Yekgirtî ya li Emerîkayê xwediyê xwe dîtin.Yek ji wan kesên ku xelat sitandiye, navê wî li cîhanê deng dayî, karsazê kurd Hamdî Ulukaya bû.

Ulukaya duh, 3 Mjdarê xelata xwe ji destê Serokwezîrê berê ya Norveçê Gro Harlemê wergirt. Harlem beriya xelatdayînê, behsa alîkariyên Ulukayayî yên derbarê penaberên Suriyeyîyan de kir. Harlem got Ulukaya dê nîvê malhebûna xwe ji bo penaberan xerc bike.

Hamdî Ulukaya ji xelkê Dêrsimê ye. Ew di sala 1994an de diçe li Emerîkayê û piştî demeke din şirîkete mastê ya bi navê çobanî damezirîne û dibe karsazê herî serkeftî ya cîhane.