Kurd koçber jidayik dibe

Şêwekar Faroq Mihemed

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunera şêwekariyê yek ji hunerên ku pirs û dozên civakî yên her civakê derdibirîne ye, ew jî bi riya tabloyên ku hunermendên wê civakê pêşkêş dikin re ye, lewra dûrketin û agahnebûna ji wan doz û pirsên civakê, têgihîştina tabloyên şêwekariyê zehmetir dike. Li gor şopînerên vê hunerê dibînin, ku di salên bûrî de ev huner rengvedanek ji jiyanê re bû, herwiha bi awayekî baş girêdayî dozên civakê bû û wê yekê hîşt ku gelek girîngiyê bidin vê hunerê, ne tenê wek behre, lê armancek bo derbirîn û pêşandina pirs û dozên civakê.

Ji hokerên ku rê dide mirov vê hunerê nas bikin, naskirina bend û rêzikên vê hunerê ye û pêwîstî bi rahênankirinê heye. Naskirin û zanîna zimanê vê hunerê, xêz û rengên tablo pê hatine kişandin, dihêle mirov têbigihe astên bilind ên hizr, bîr û hestên hunermend û wan bixwîne û çêja tabloyê bike.

Şêwekarê Kurd ê Efrînî Faroq Mihemed di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de li ser vê hunerê û çawaniya destpêkirin û pêşangehên tê de beşdar bûye wiha bersiv dan.

Li ser destpêka xwe bi vê hunerê re Faroq Mihemed dibêje: Ji zaroktiyê ve min dest bi hunera xêzkirinê kir, lê ti girîngîpêdan ji aliyê malbatê yan civakê ve bi min tune bû, lê bi derbasbûna demê re min berdewam kir û wênexêzî û xweşnivîsî dikir.

Rojeke Zivistanê em li ber sobê rûniştibû, bêyî ku ti kesek ji malbata min agahdar bibe, min dest bi resimandina kesên rûniştî kir, dema min bidawî kir, dîtin ku resmên bi kesên rûniştî ve diçe û gelekî dişibe wan. Ji wê demê ve bavê min pesindarî bi min dikir, lê bavê min li behreya min mikur nehat, heta dema ku min bi amrazên li ber dest yên sade serê mirovekî li ser kevirekî kola, ku li min dinirî û çawa li ser kêvir dikolim dişopand. Dema min ew peyker bidawî kir, bavê min bi çemento li ber deriyê mala çespand.

Şêwekar Faroq Mihemed dibêje, tevî wê, min nikarî kolîja hunerê bixwenda. Piştî min Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bidawî kir, li dibistanên Efrînê karê mamostetiyê kir. Piştî bidawîkirina leşkeriya neçar, min li Peymangeha Edhem Îsmaîl a hunerê li Şamê xwe û jê derçûm û vegeriyam Efrînê. Piştî salekê min hest kir ku nikarim bi rewşê re biguncim, loma vegeriyam Şamê û min kolêja Hunerên Ciwan xwend û ji wir ve bi awayekî professional dest bi hunera şêwekariyê kir.

Tiştê min ber bi vê hunerê dikişîne, sirûşta gundî, deşt û çiyayî yên Efrînê ne, min gelek demên zaroktiya xwe di nava sirûşta Efrînê de derbas dikir, dikarim bibêjim ku bandora wê li ser min gelek e û ta niha û piştî ku jê koçberî Ewropayê bûme, lê hîna hebûna Efrînê di tabloyên de heye û rengê kesk ê zeytûnê di tabloyên min de cihê xwe baş digire.

Li ser asta tevgera şêwekariya Kurdî û b taybet ya hunermendên Rojavayê Kurdistanê, Faroq Mihemed dibêje: Hîna hunera şêwekariyê ya Kurdî cihê xwe di nava tevgera şêwekariya cîhanî de negirtiye, ew jî bi sedema nebûna dam û dezgehên ku girîngiyê bidin vê hunerê. Lê di heman demê de, şêwekariya Kurdî bandoreke wê ya mezin li ser şêwekariya Sûrî hebû, ji ber ku şêwekarên Kurd karîn xwe di meydana şêwekariya Sûrî de biçespînin.

Şêwekar Efrînî ku demeke koçberî Ewropayê bûye, li ser koçberiyê û mana wî li wir dibêje: Kurd hest bi koçberiyê nake, ji ber Kurd koçber jidayik dibe.

Herwiha dibêje: Min gelek sûde di warê hunerê de ji hebûna min li Ewropayê dît, min gelek pêşangeh û mûzexane dîtin û derfetek bû ku tabloyên gelek hunermendên ku min ser wan xwendine bibînim, wek Pablo Picasso, Vincent van Gogh û Egon Schiele û gelekên din.

Şêwekar Faroq Mihemed di sala 1977an li Efrînê jidayik bûye û li wir xwendina xwe ya seretayî û amadekariyê xwendiye. Piştre di sala 1998an li Helebê peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçû û piştî qutbûna demekê, vegerî û li Şamê sala 2006an kolêja Hunerên Ciwan xwend û jê derçû. Faroq li ser pêşangehên tê de beşdar bûye wiha nivîs:

Pêşangehên tekane:

2007 Navenda Çandî ya Fransî li Şamê –Sûriye.

2007 Pêşangeha Kalemat li Helebê – Sûriye.

2008 Shell company Cultural Club li Şamê – Sûriye.

2010 Pêşangeha Kalemat li Helebê – Sûriye.

2010 Pêşangeha Ishtar li Şamê –Sûriye.

2011 the Zaman Gallery li Al hamraa – Beyrut – Libnan.

2013 Pêşangeha Zaman li Al hamraa – Beyrut – Libnan.

2015 Pêşangeha Kul Schiffgasse 1´,Bruck an der mur- Austeria.

2015 Pêşanegha ABC tree hause Gallery li Amsterdam – Hollande.

2015 Kalemat art Gallery li Senbol – Tirkiye.

2015   the art hotel gallery li Vienna – Austria

2018   Kalemat art Gallery li Stenbolê – Tirkiye.

Pêşangehên bikomî:

 2017  kleine Gallery  Jahresausstellung 2017  with  Adolf Frohner

Lucia Riccelli, Roman Scheidl, Herwig Zens – Vienna.

2016  Salon der künste 4  .Vienna museum – Karsplatz – Vienna.

2016 Contemporary Istanbul  – Kalemat Sanaat Galerisi.

2016  Istanbul trinali . Taksim Cumhuriyet Sanaat  Galerisi .

2016  Syrian Art in Diasporas-Pulchri Studio – Hollanda.

2016 Salon der künste 2  Angewandte Innovation Laboratory. Wien

2015  Joy , if possible in the Marmara Museum Istanbul Turkey, Kalemat Sanaat Galerisi.

2015 Sombooziom ligel hunermendên Kurd li Diyarbakirê.

2015  Kalemat Gallery li Enqere  – Tirkiye.

2012 the mark hachem gallery li Beyrut – Libnan.

2009  the Museum Modern Art Lattakia – Sûrye.

2009 the Kalemat Gallery – Heleb – Sûriye.

2008 the kawaf gallery, Heleb. (Artist’s ld)

2007 The first Ayyam prize for emerging Syrian artist : Ayyam Gallery. Şamê.

2006 third Young artists Exhibition Al –Rwaq – Şamê.

2006  Tamar Henna – li Şamê.

2006  the Arab Cultural Center – Ganders – Sûriye.

2005 Photography Exhibition the fine arts faculty li Şamê.

2004  the French Cultural Center li Şamê.

2004  the Adham Esmail institute li Şamê - Sûriye.

2001  the Arab Cultural Center li Şamê - Sûriye.

 

Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe
Kurd koçber jidayik dibe