Mamosteyekî ji kar dûrxistî giliyan dike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi milyonan xwendekar kelecana karneyê dijîn û bi sedhezaran mamoste jî vê kelecanê bi xwendekarên xwe re parve dikin. Lê mamoste Abdûllah Korkmaz ji ber ku hatiye îxrackirin, ji vê kelecanê bêpar maye û êdî ew ji bo debara xwe ecînê çêdikê û difiroşe.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha  

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi milyonan xwendekar kelecana karneyê dijîn û bi sedhezaran mamoste jî vê kelecanê bi xwendekarên xwe re parve dikin. Lê mamoste Abdûllah Korkmaz ji ber ku hatiye îxrackirin, ji vê kelecanê bêpar maye û êdî ew ji bo debara xwe ecînê çêdikê û difiroşe.

Piştî hewila Derbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê rewşa awarte hat ragihandin û bi sedhezaran kes ji karên xwe bûn. Yek ji van kesan jî mamoste Abdûllah Korkmaz e ku ew ji mamostetiyê hatiye îxrackirin. Mamoste Abdûllah Korkmaz di roja belavkirina karneyan de ji dêvla ku li cem xwendekarên xwe be, ew niha ji dibistan û xwendekarên xwe dûr e. Mamoste di wê baweriyê de ye ku wî qet kiryareke wiha nekiriye ku bibe sedema îxrackirina wî.

Mamoste Abdûllah Korkmaz li ser derxistina xwe ji K24ê re axivî û got: "Ne lêpirsînek, ne mehkemeyek û ne jî girtinek hatiye serê min. Qet sucek ê min tine bû. Ez bawer im bi îxbareke bê bingeh di derbarê min de biryar hate dayîn û min îxraç kirin."

Mamoste Abdûllah Korkmaz, ji navçeya Sirûcê ya Rihayê ye û piştî ku bê kar maye, dest bi pîşeya navdar a Rihayê kiriye û niha ecînê çêdike û difiroşe. Her çiqas karê wî ji bo debarê dahateke baş neyne jî mamoste diyar dike ku ew neçar e ji bo debara xwe li ber xwe bide da ku hewceyê kesekî nebe.

Korkmaz derbarê karê xwe ya nû de dibêje: "Wekî ku hûn jî dibînin dikan vale ye û mişterî nayên. Lê dîsa jî ez mecbûr im ji bo ku debara xwe bikim vî karî bikim. Çavê min ne lêye ku ez ji vir gelek pere bi dest bixim, tenê ez dixwazim debara xwe bikim."

Mamoste Abdûllah Korkmaz, 18 salan mamostetiyê kiriye û amaje dike ku wî gelek xwendekarên serkeftî gihandine. Li gorî amajeyên Korkmaz, eger armanca wî tiştekî din bûya wî mamostetiyê nedikir. Mamosteyê îxrackirî ji ber vê biryarê gelek xemgîn e û hêvî dike ku biryara xelet a ji bo wî hatiye dayîn, demildest were sererastkirin.