Li Diyarbekirê zabitayên jin bi cîncirê pişknîna kolanan dikin
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê, piştî Mêrdînê li Diyarbekirê jî xizmeta bi cîncirê dest pê kir. Amûra ragihandinê ya cîncirê, li Diyarbekirê bi taybetî ji bo zabitayên jin hatin amadekirin. Gerînendehiya Zabitayan a Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê diyar kir ku armanca cînciran bi taybetî ji bo bihêzkirina xizmetê ye û gaveke din ji bo nûjenkirina xizmeta xelkê bajêr e.