Bêjerê Flash TV a Tirkiyê, hevalê xwe brîndar kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Bêjerê nûçeyan ê Flash TV a Tirkiyê Gokhan Taşkin vê sibehê li barekê li taxa Beyoglu a Stenbolê, hevalê xwe bi çek brîndar kir.
Taşkin piştî bûyerê di ifadeya xwe de diyarkir ku, di bin bandora alkolê de ev yek kiriye û qet tiştek nayê bîra wî.
Ligor şahidan, di navbeyna her du hevalan de gengeşeyekê rû daye û di encamê de Taşkin hevalê xwe brîndar kiriye, lê Taşkin ev yek negirt ser xwe!