Li Bakur barîna berfê kêşe jî bi xwe re anî

Li Bakurê Kurdistanê jî berf dibare. Rêya bi sedan gundan ji berfê hatiye girtin. Di nav bajêr de astengiyên hatin û çûyinê çêdibin. Pisporên kêşûhewayê dibêjin bila welatî di mijara cemed û qeşagirtinê de hişyar bin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê berfê duh (27.01.2017) di saetên êvarê de dest bi barînê kir. Li gorî ragihandina rayedarên kêş û hewayê li Diyarbekir û derdora wê heta 20 cm stûrahî dê berf bibare. Di saetên serê sibehê de ji berfê gelek ajokar di rê de man. Li nav bajêr hin qezayên trafîkê çêbûn. Rêya 20 gûndên ser bi navçeya Pasûra Diyarbekirê ji berfê hat girtin. Ji ber ku li Bakur dibistan girtine xwendekarên di  bêhnvedanê de ne bi berfê lîstin û keyf kir.